Serrûpel Nûçe “Zimanê Kurdên ku li dijî Îngiliz şer kir qedexe ye lê…“

“Zimanê Kurdên ku li dijî Îngiliz şer kir qedexe ye lê…“

Belav bike

Nivîskar û rojnamevan Hasan Cemal, ev çendake ku li Kurdistana Bakur bi rayedar û gelê Kurd re rûdine û di derbarê pêvajoya nû û aştiyê de nebzê gelê Kurd digre.
Hasan Cemal li Nisêbîna bajarê Mêrdînê rasta Dayika Aştiyê Dayik Hediye tê. Gotinên Dayik Hediye bi serê xwe rewşa Kurdan a 90 salên Komara Tirkiyê radixîne ber çavan.
Dayik Hediye wiha dibêje: “Zimanê Kurdên ku li dijî Îngilizan bi Tirkan re mil dane hev û şer kirin di perwerdehiyê de qedexe ye lê, zimanê Îngilizan serbest e… ma ev dibe?”
Dayik Hediye bi rojnamevan Hasan Cemal re qala trajediya jiyana xwe jî dike; “Hevserê min di cînayeteke ‘kiryar nediyar’ de hate kuştin. Min 2 kurên xwe li çiyan wenda kirin. Hêviya min bi aştiyê heye. Ku em bijîn em ê bi hev re bijîn, ku em bimirin jî em ê bi hev re bimirin. Ji Cizîrê bi îskaneke şkestî a çayê em koça Nisêbînê bûn. Sala 1993 an bû. Heyama sercerdevan Kamil Atak bû. Zilamê min bi bûyereke kiryar nediyar hate kuştin. Lawikê min yê mezin di 16 saliya xwe de berê xwe da çiya. Jiyana xwe ji dest da. Lawikê min yê duyem, 21 sala li çiya ma. Îsal me ew jî wenda kir. 2 lawik û 2 keçikê min yên din hene. Hat sekinî min şivanî kir, zor zehmet bû, ne hêsan bû…”

AVESTA KURD