Serrûpel Nûçe Ji Hz.Mihemmed re nasname derxistin

Ji Hz.Mihemmed re nasname derxistin

Belav bike

Teşkîlata bajarê Kirklareliyê a AKPê, ji bo Hz.Mihemmed nasnameyeke ku logoya AKPê jî li ser hatiye bicihkirin derxist û li bajêr belav kir.
Bûyer bi bertek nîşandayina Parlementerê CHPê yê Stenbolê û miftiyê berê Îhsan Oskes kete rojevê. Li ser vê bûyerê rayedarên AKPê, Serokê bajarê Kirklareliyê yê AKPê ji peywirê girt. Di derbarê ev rûdana sosret de doz hate vekirin. Hate ragihandin ku nasname ji aliyê kesê ku navê xwe Îbrahîm Yildiz e ve hatiye amadekirin.
Endamê AKPê Îbrahîm Yildizê ku îmze avêtiye vê bûyerê, li xwe mukur hatiye û dibêje, “Serokê bajarê Kirklareliyê yê AKPê hevalê min e. Min xwest ku ez ji bo wî surprîzekê çêbikim…”
Doza ku hatiye vekirin a bi hinceta “ji Hz.Mihemmed re nasname derxistinê” dewam dike.  

AVESTA KURD