Fermandarê giştî yê HSD Mezlûm Ebdî got, bi tu awahî pêwendiya wan bi êrîşa Enqerê re tune ye.
Ebdî got, Tirkiyê hicetan derdixe ji bo ku êrîşî Rojavayê Kurdistanê û navçeyên wan bike.
Her wiha eşkere kir ku kesek ji navçeyên wan derbasî Tirkiyê nebû ye û idîayên Tirkiyê ne rast in.
Di êrîşa Tirkiyê de li ser Rojavayê Kurdistanê 17 kes şehîd bûn, 48 kes jî birîndar bûn.