Serrûpel Nûçe Li dijî Elewiyekî Suriyêyî hovîtiyeke nedîtî

Li dijî Elewiyekî Suriyêyî hovîtiyeke nedîtî

Belav bike

Li Libnanê li dijî hemwelatiyekî Suriyeyî yê Elewî hovîtiyeke nedîtî pêk hat. Li bajarê Libnanê li Trablusşamê, ji malbata Baîrutî mirovek, pêşiyê nasnama hemwelatiyê Suriyeyî yê bi navê Yasser Mistefa Bazzazî dipirse. Ji ber ku Bazzazî hemwelatiyekî Suriyeyî û Elewî bûye, ew mirovê ji malbata Baîrutî, banga hevalên xwe dike û li nav kolanê li ber çavan êşkenceyê bi Bazzazî dikin. Dûra jî benekî dixînine qirika Bazzazî û wî li kolanan digerînin.
Li ser bedena hemwelatiyê Suriyeyî Bazzazî jî dinivîsin: Şebbihayekî Elewî yê ku kuşer destek dike.

AVESTA KURD