Serrûpel Nûçe Malîkî 2 wezîrên Kurd guherandin

Malîkî 2 wezîrên Kurd guherandin

Belav bike

Li gorî nûçeyeke ku di ajansa Frensî a AFPê de cih girtiye, ku ajans xwe dispêre rayederekî ku nexwestiye navê xwe eşkere bike, tê gotin ku Serokwezîrê Iraqê Nurî El Malîkî 2 wezîrên Kurd ji peywirê girtine û şûna wan bi 2 wezîrên nû tije kiriye. Cîgirê Serokwezîrê Iraqê Huseyîn Şaristanê wê li şûna wezîrê Kurd yê Karên Derve Hoşyar Zebarî were tayîn kirin. Dîsa li şûna Wezîrê Bazirganiyê Hayrullah Hasan Babekîr jî, Wezîrê Dadê Hasan El Şammarî wê were tayîn kirin.
Di navbera Herêma Kurdistana Federel û hikumeta navendî a Iraqê de ev demeke drêje ku lihevnekirin heye. Wezîrên Kurd ji meha Adarê vir ve, ji ber lihevnekirina butçeya Kurdistana Federel hikumeta Nurî El Malîkî boykot dikin. 
Bi vê gava Malîkî, nakokiya di navbera Kurdistana Federel û hikumeta Malîkî de wê her biçe kûrtir bibe. Herî dawî artêşa Iraqê li navçeya bajarê Kurd Kerkukê li Hawîceyê êrîşa gel kiribû û bi dehan kuştin çêbûbûn. Li ser vê Serokê Kurdistana Federel Mesut Barzanî bi zimanekî tund bûyer şermezar kiribû.
  
AVESTA KURD