SAMERê (Navenda Lêkolînên Civakî û Siyasî) di derbarê Rêberê PKKê Abdullah Ocalan de li 16 bajarên wek Agirî, Çewlik, Betlîs, Amed, Colemêrg, Qers, Mêrdîn, Semsûr, Muş, Sêrt, Dêrsim, Riha, Wan, Êlih, Şirnex û Îdir anketek lidarxist. Di bergeha anketê de bi 3 hezar û 433 malbatan re rûbirû hevdîtin pêk hatiye. Kesên ku beşdarî anketê bûne ji % 53.1 mêr, ji % 46.9 jin bûne. Kesên ji 18 saliyê biçûktir di anketê de cih negirtine.
Kesên ku beşdarî anketê bûne ji % 82.2 xwe îfade kirine ku Kurd in. Ji kesên ku beşdarî anketê bûne pirsîne, “hûn di pêvajoya hevdîtinan de Ocalan ji xwe re wek temsîldar dibînin?” ji % 76 gotine “erê Ocalan me temsîl dike.” Ji % 10 gotine “na, me temsîl nake.”
Dîsa ji % 86.9 diyar kirine ku wana hevdîtinên ku bi Ocalan re tên kirin erênî dibînin. Ji % 82.6 peyama Ocalan a Newroza Amedê erênî dibînin û ji % 86.6 agirbesta ku ji aliyê PKKê ve hatiye îlankirin wek gaveke erênî dihesibînin.
Gel çiqas bi rêberan bawer dike?
Di anketê de baweriya gel a bi rêberên siyasî jî hatiye pirsîn. Di nav rêberan de gel herî zêde bi Ocalan bawer dike:
Ji % 74.7 gel bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan bawer dike.
Ji % 72.6 gel bi Hevserokên KCDê Aysel Tugluk û Ahmed Turk bawer dikin.
Ji % 71.2 gel bi Hevserokên BDPê Selahattîn Demîrtaş û Gultan Kişanak bawer dikin.
Ji % 53.8 gel bi Serokomarê Tirkiyê Abdullah Gul bawer dike.
Ji % 53.1 gel bi Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bawer dike.
Ji % 32.2 gel bi Serokê meclîsa Tirkiyê Cemîl Çîçek bawer dike.
Ji % 4.4 gel bi Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu bawer dike.
Ji % 3 jî baweriya gel bi Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçeli heye.
AVESTA KURD