Serrûpel Nûçe Radyoya Polîs dest bi weşana muzîka Kurdî kir

Radyoya Polîs dest bi weşana muzîka Kurdî kir

Belav bike

Radyoya Polîs a li Amedê dest bi weşana muzîka Kurdî kir. Gerînendetiya Giştî a Ewlehiyê, ji bo Radyoya Polîs a Amedê destûr derxist ku radyo, di beşa 5 seetên muzîkê a serbest de cih bide weşana muzîka Kurdî jî.
Radyoya Polîs a Amedê, ku 24 seeta weşanê dike, 19 seetên weşana xwe, bi Radyoyo Polîs a Tirkiyê re weşaneke hevbeş pêk tîne.
Heta niha di 5 seetên serbest de cih dida muzîka Tirkî. Radyoya Polîs a Amedê, di nav 5 seetên serbest de êdî wê cih bide muzîka Kurdî jî.
Radyo niha her roj di navbera seetên 10.00 û 12.00 / 13.00 û 16.00 an de ligel muzîka Tirkî, muzîka Kurdî jî lêdixe. 

AVESTA KURD