Qendîlê biryara vekişîna gerîla a dersînorê Tirkiyê, bi civîneke çapemeniyê îlan kir. Serokê Konseya Rêvebir a KCKê Mûrad Karayilan, Endamê Konseya Rêvebir a KCKê Zekî Şengalî û Endama Dîwana Serokatiya Kongra Gel Hacer Zagros derketine pêşberî çapemeniya cîhanê.
Karayilan diyar kir ku vekişîna PKKê wê di 8ê Gulanê de destpê bike. Di derbarê vekişînê de, ku wê çawa vekişîna gerîla a dersînorê Tirkiyê pêk bê, bi daxuyaniyeke ku ji 6 xalan pêk tê eşkere kir.
Li gorî daxuyaniya Karayilan;
1- Gerîla wê bi însiyatîfa xwe, di nav disiplîn û rêxistinbûna xwe de, di guzergahên ku her tim bikartîne de wê xwe vekişîne dersînorê Tirkiyê.
2- Xwevekişîna PKKê wê di 8ê Gulana 2013 an de destpêbike.
3- Gerîla wê xwe vekişîne Kurdistana Başûr.
4- Ger ku di dema xwevekişînê de êrîş pêk bên, xwevekişîn wê bê rawestandin û bersiva meşrû wê bê dayîn.
5- Ji hêzên dewleta Tirkiyê hat xwestin ku di pêvajoya xwevekişîna gerîla de ji dûra tahrîk û provakasyona bisekine û vê vekişîna gerîla ji xwe re wek firsendekê nebîne.
6- PKKê xwest ku xwevekişîn di bin çavdêriya komisyonên bêalî de pêk were.
Civîna çapemeniyê a KCKê, bi eleqeyeke mezin, ji aliyê çapemeniya herêmî û navneteweyî ve hate şopandin. Ajansên wek BBC, Reuters, El Cezîre, AFB jî di civînê de hebûn. Ji Tirkiyê jî gellek ajans, rojnamevan beşdarî civîna KCKê bûn.
Karayilan di beşeke daxuyaniya xwe de bang li berpirsyaran kir ku, bila konferansên çareseriyê li Hewlêr, Amed, Tirkiye û Ewrupa bên lidarxistin.
Ji ber ku Ocalan di nav lîsteya kovara Time a li cîhanê 100 mirovên herî bandordar de cih girtiye, Karayilan xweşhaliya xwe anî ziman û spasiya xwe ji Rêberê Sinn Feinê Gerry Adams re got.
AVESTA KURD