Serrûpel Nûçe Li Çanakkaleyê ala AA hate hildan

Li Çanakkaleyê ala AA hate hildan

Belav bike

Ala Artêşa Azad a Suriyê (AA), li Çanakkaleya Tirkiyê, di merasîma salvegera Şerên Bejahî yên Çanakkaleyê de, ligel 29 alên din, ku di nav wan de ala Suriyê jî heye, bi awakî fermî hate hildan.
Îsal li Çanakkaleyê 98.salvegera Şerên Bejahî yên Çanakkale bi merasîmeke fermî hate bibîranîn. Her sal di merasîma bibîranînê de ji bo her welatekî ku leşkerên xwe di şerê Çanakkaleyê de wenda kirine, ala wî welatî tê hildan. Heta niha her sal 29 al di merasîmê de dihatine hildan lê îsal 30 al hebûn. Ala 30. ala Artêşa Azad a Suriyê bû. Ligel ala Suriyê, li Çanakkaleyê ala AA’yê jî hilkişandine stûna alê.
Li Wezîrê Ciwanî û Werzişê Suat Kiliç pirsîn û wezîr wiha got, “di vê mijarê de wezareta karên derve wê daxuyaniyê bide. A ku ez dizanim, li vira ewladên gellek miletan hatine binaxkirin. Hema hema bîranînên her miletekî li vir hene. Mafê her miletekiye ku li vira bîranînên xwe bijîn û bidine jiyandin. Di vê warê de Çanakkale dewlemendiyeke cuda derdixîne pêşberî me.”

AVESTA KURD