Lêkolînerên Amerîkî, qeyda dengê mucîdê têlefonê Alexander Graham Bell, ku di 15ê Avrêla 1885 an de li ser dîskekî karton dengê xwe bar kiriye, derxistine holê.
Dengê Graham Bell yê ku 128 sala berê hatiye qeydkirin, bi xebateke dûr û drêj a lêkolînerên Amerîkî êdî tê guhdarîkirin.
Alexander Graham Bell, di sala 1847 an de li Skoçya hate dinyayê. Piştî jiyana li Brîtanya û Kanada, li Amerîka Nova Scotia’yê jiyan kir. Di salên 1880 an de li Amerîkayê bicih bû. Di navbera salên 1880 û 1886 an de xebatên xwe her ku çû zêde kirin û ceribandinên di mijara deng qeydkirinê de pêk anîn.
Di vê mijarê de reqîbê Graham Bell, Thomas Edison bû. Bell li ser madeyên wek metal, fînd, cam, gêç û karton ezmûnên deng pêk anîn.
Di qeyda dengê Bell a 128 salî de Bell wiha diaxife: “ Hûn wek şahidên vê qeydê, dengê min bibihîzin, ez Alexander Graham Bell.”
AVESTA KURD