Serrûpel Nûçe MÎT şandeya KCK bi balafira taybet ji Qendîlê biriye Oslo

MÎT şandeya KCK bi balafira taybet ji Qendîlê biriye Oslo

Belav bike

Derkete holê ku, di pêvajoya Oslo’yê a ku di sala 2011 an de bi êrîşa li Sîlvanê bi dawî bû, di pêvajoya navbera dewleta Tirkiyê û PKKê de dewletê, bi balefireke taybet, ji Qendîlê şandeyeke ku ji hin rêvebirên KCKê pêk hatine, birine Oslo’yê.
Serokê Konseya Rêvebir a KCKê, li Qendîlê bi rojnamevanên wek Ezgî Başaran, Asli Aydintaşbaş, Aydin Engîn, Şîrîn Payzin re hatiye ba hev û di gellek mijaran de agahiyên nû dane.
Karayilan dibêje, em dixwazin ku di vê pêvajoya çareseriyê de, di navbera Qendîl û Îmraliyê de hevdîtinên rûbirû pêk bên û mînaka pêvajoya Osloyê dide. Karayilan: “Cara pêşiyê di sala 2005 an de saziyeke navbeynkar a navneteweyî hate ba me. Saziyeke di çarçoveya Neteyeyên Yekbûyî de ye. Ji sala 2006 an pê ve di nav sîstemekê de hevdîtinên me dewam kirin. Bi israr dixwestin ku bila hevdîtin bi dizî bin, bila çapemenî nizanibe û heta ji rêvebiriya me tenê bila çend kes ji hevdîtinan haydar bin. Dûra çûne ba serokwezîrê Tirkiyê û MÎTê. Di sala 2008, meha Îlonê de ev hevdîtinana veguheriyane hevdîtinên rûbirû. Şandeya me a ku di sala 2008 an de çû Oslo’yê, wana (MÎT) bi balefirê birin. Wê demê jî me got ku Îmrali ne di nav hevdîtinan de be em jî cih nagirin. Ez neçûme Oslo’yê, ev nabe. Niha jî ez naçime Îmraliyê, ev jî nabe.”

AVESTA KURD