Fermandarê Muhafizên Şoreşê yê Îranê Kasim Suleymanî, li Qendîlê bi Serokê Konseya Rêvebir a KCKê Mûrad Karayilan re hevdîtineke bidizî kiriye û ji wan xwestiye ku bila gerîla xwe venekişîne dersînorê Tirkiyê. Kasim Suleymanî pêşniyar kiriye ku, ger gerîlayên PKK dernekevine dersînorê Tirkiyê, Îran amadeye ku her cure alîkariya çek û lojîstîkê bide wana. Mûrad Karayilan ev pêşniyara Îranê qebûl nekiriye.
Rojnamevana rojnameya Milliyetê Asli Aydintaşbaş, îro di qunciknivîsa xwe de qala vê pêşniyara Îranê dike.
Aydintaşbaş wiha dinivîse; “Derkete holê ku, di heyama dawiyê de îstixbarata Îranê li Qendîlê bi PKKê re hevdîtineke bidizî kiriye û ji wan xwestiye ku dev ji pêvajoya çareseriyê berdin û têkoşîna çekdarî bernedin. Herî dawî li ser navê Îranê Kasim Suleymanî li Qendîlê bi Mûrad Karayilan re hatiye ba hev û pêşniyara PKKê kiriye ku, ger PKK şer bidomîne, Îran çekên gran wê bide PKKê û wê alîkariya lojîstîk bide wana.”
Asli Aydintaşbaş, di nav rojnamevanên ku li Qendîlê bi Karayilan re sohbet kirin da jî cih girtibû. Dibêje, “dema ku me li Qendîlê bi Karayilan re sohbet dikir, di vê mijarê de Karayilan navê dewletê eşkere nekir lê anî ziman ku, li herêmê li dijî Tirkiyê gellek dewlet hene. Me dikaribû alîkariya derve bigirta. Ev deriyana ji me re vekirîbûn. Lê me ev tercîh nekir. Hemû hêzên herêmî li dijî Tirkiyê ne.”
AVESTA KURD