Helbestvanê Kurd yê Amedî Ahmed Arif, di sala 21ê Nîsana 1927 an de li Amedê hate dinyayê. Li Amedê heta lîseyê
xwen û dûra dest bi Zanîngeha Enqerê, Fakûlteya Ziman û Dîrok û Erdnîgariyê beşa Felsefeyê kir lê nîvçe terikand.
Çimkî piştî 1950î pirr caran ji ber nêrînên xwe hate girtin û berdan. Tenê pirtûkeke Ahmed Arif heye a helbestan.
“Ji ber hesreta te min pranga kevin kirin”, bi zimanê tirkî hatiye nivisandin. Hostayê mezin Ahmed Arif, di sala 1991, 2ê Hezîranê ji nav me koç kir.
Bi hezaran sal hatime dotin,
Di berbangên sibê da xewê min ên nazenin,
Bi sîwarên xwe yên sawdar perçe kirin.
Hikumdaran, êrîşkaran, rêbiran,
Xerac şandine ser min.
Min ne goh daye Îskender,
Ne Şah, ne Siltan
Koçbûn û çûn, bê sî!
Min silavkiriye dostên xwe
Û berxwedaye…
Ma tu dibînî?