Serrûpel Nûçe “Pêwîste dewleteke Kurdên li Tirkiyê hebe”

“Pêwîste dewleteke Kurdên li Tirkiyê hebe”

Belav bike

Bi pêşengiya Komeleya Pîşesaz û Karsazên Rojhilata Navîn (OSGÎAD), li Amedê civînek hate lidarxistin. Civîn li Otela Lîluz pêk hat û mijara civînê jî ev bû; Bandora pêvajoya aştiyê a li ser aboriya herêmê û Rojhilata Navîn.
Ji beşdaran yek jî nivîskar û akademisyen Prof.Dr. Mehmet Altan bû û di civînê de axaftinek kir.
Mehmet Altan anî ziman ku, li Rojhilata Navîn 35-40 mîlyon Kurd dijîn û pêwiste dewleteke Kurdan hebe. Altan, pirsgirêkên ku li herêmê û Tirkiyê hene bi tinebûna dewleteke Kurdan ve girêda û eşkere îfade kir ku, heta dewleteke Kurdên li Tirkiyê tine be, pirsgirêk çareser nabin.
Mehmet Altan wiha axifî: “Dewleteke gelheya Kurd tine. Sedema serete a pirsgirêka Kurd a li Tirkiyê, tinebûna dewleteke Kurdan e. Ji ber ku Kurd bê dewlet in pirsgirêkên xwe nikarin çareser bikin. Ger ku Tirkiyê, reformên ku dewlet bibûya dewleteke Kurdan jî bikirana, li herêmê Kurdên bê xwedî wê berê xwe bidana dewletê û dewlet ji xwe re bikirana navnîşan.”

AVESTA KURD