Siyasetmedarê Kurd û serokê berê yê Partiya Sosyalista Kurdistanê Kemal Burkay li ser hesabê xwe li Facebookê belav kirin ku ew zindî ye, saxe û dijî, xeberên mirinê li ser wî belav dikin, ew xeber ne rast in û bila kesek bawer neke.
Burkay dibêje, van rojan xeberên derewîn li ser wî têne belavkirin goya ew miriye, hinek kesên saf jî bawer dikin. Dibêje ev ne cara yekemîne ku tiştên wiha li ser wî têne belavkirin.
Burkay diyar dike ku wî Çek-Ap kiribû, hinekan kêf kirine gotine êdî şansî wî tune ye ewê bimire.
Got car caran ew nexweş dike, lê niha rewşa wî baş e, her kes wê bimire, ew ji mirinê natirse, wî jiyaneke tijî û dirêj derbas kir, zû dereng ewê jî bimire, lê ew ji miribê natirse.