Serrûpel Nûçe “Divê PKK çekdan deyne”

“Divê PKK çekdan deyne”

Belav bike

Kemal Burkay derbarê vekişîna gerîlayên PKKê ya ji nav xaka Tirkiye û Bakurê Kurdistanê wiha got: “Bila hemû vekişin û bi vekişînê nemînin, bila çekan ji kokê de danin. Mana hêzekî çekdar a ji derveyî sînor ne pêwîst e.”

Burkay li navenda partiya xwe ya li bajarê Meletiyê civîneke çapemeniyê lidarxist. Burkay destnîşan kir ku dixwazin çek bên bêdengkirin û pêvajoya aştiyê bi erênî berdewam dike.

Serokê HAK-PARê diyar kir ku ev 4 mehe çek hatine bêdengkirin û wiha pêdeçû: “PKKê pejirand ku hêzên xwe yên çekdarî vekişîne derveyî sînor. Armanc berdana ji kokê ya çekan e. 8ê gulanê vekişîn dest pê dike, lê li gor agehdariyên çapemeniyê, ji niha de vekişîn dest pê kiriye. Em jî hêvî dikin. Bila hemû derbikevin, bila bi vekişînê nemînin û çekan ji kokê danin. Mana hêzekî çekdar a ji derveyî sînor ne pêwîst e.”

Kemal Burkay destnîşan kir ku hikûmeta Tirkiyê soza federasyon an jî otonomiyê nedaye kurdan.(Rûdaw)