Serrûpel Nûçe Ji şikeftên Dêrsimê hestiyên pirr derketin (Vîdyo)

Ji şikeftên Dêrsimê hestiyên pirr derketin (Vîdyo)

Belav bike

Li Dêrsimê, di şikeftekê de gellek hestiyên qurbaniyên, ku di sala 1938 an de, ji aliyê dewleta Tirkiyê ve hatine qetilkirin derketin. Piştî 76 sala, xelkê Dêrsimê yên ku xizmên xwe di qetlîamê de wenda kiribûn, ku di nav wan de hunermendê Kurd Ferhad Tunç jî heye, ketine herêma ku bi salan e qedexeye û ji şikeftan gellek hestiyên qurbaniyan derxistin.
Di Qetlîama Dêrsimê de kesên ku karibûn ji zilma dewletê birevin, berê xwe dabûne Newala Laç û xwe spartibûne şikeftin li wê derê.
Dewleta Tirkiyê, kesên ku xwe spartibûne şikeftan, çi zarok, jin û extiyar, devê şikeftan girtibûn û gazên jehrê bera hundir dabûn û ti kes sax bernedabûn.
Gundiyê bi navê Îsmaîl Ateş, ku 26 sala berê jî bi mamê xwe re çûbû ew şikeftana, wiha hestên xwe parve dike: “Tiştên ku me li vira dîtin, dilê mirov parçe parçe dike. Çimkî di nav hestiyan de, hestiyên zarokan jî hene. Em matmayî man li hemberî tiştên ku em rastê hatin. Dibêjin, ‘me wek mişkan di şikeftan de bi jehrê kuştin. Bila werin bibînin ku çi kirine. Bila zilma xwe bi çavên xwe bibînin…”

AVESTA KURD