Serrûpel Nûçe Her demê dibêje “Rewşa Mam Celal başe“ lê…

Her demê dibêje “Rewşa Mam Celal başe“ lê…

Belav bike
Kerîm di malpera PUKmedia de (Malpera fermî ya YNK) dibêje nûçeya ku di derbarê wefata Talabanî de hatiye weşandin ne raste û rewşa wî roj bi roj baştir dibe.

Ev gelek carin, dema ku nûçeyek li ser tendurustiya Celal Talabanî derdikeve, Dr. Necmedîn Kerîm derdikeve û gotina xwe dubare dike: “Rewşa cenabê serok Talabanî baş e, roj bi roj baştir dibe, ewê di dmeke nêzîk de vegere, rojnameya Kurdistanî Nuwî xwestiye, sporê dike…” û gelek tiştên din.

Dr. Necmedîn Kerîm, di wan daxuyaniyên xwe de tu belge, dikument û îsbatan nîşan nade. Daxuyaniya wî tenê di çerçeveyeke teorîk de dimîne.

Pirsek heye: Eger rewşa serokê Îraqê Talabanî başe, sporê dike û rojnameya Kurdistanê Nuwî (rojnameya navendî ya YNK) çima hûn carekê wêneyê Mam Celal belav nakin ku têde rojnameyê dixwîne yan jî sporê dike?

Ji ber ku tu îsbat û dokument bi wan daxuyaniyan re nayê weşandin, êdî baweriya kesekî bi wan gotinên ku her demê tê dubarekirin namîne.

Dr. Nejmedîn Kerîm nûçeya Avestakurd, ku li seranserê cîhanê hate weşandin, derewîn derdixîne, û dibêje rewşa Talabanî gelekî baş e, bila rabe û belgeyekê li ser medyayê belav bike û gotinên xwe bi belge û dokument bide îsbatkirin.

AVESTA KURD