Serrûpel Nûçe 16.Tugaya Iraqê tevlî pêşmergeyan bû

16.Tugaya Iraqê tevlî pêşmergeyan bû

Belav bike

Rayedarêkî payebilind yê hêzên pêşmergeyan, bi ajansa nûçeyan a Kurdpressê re daxuyandiye ku, ji 16.Tugaya artêşa Iraqê a li Sileymaniyê, leşker û serbazên Ereb hatine derxistin û fermandarên Kurd yên tugayê biryar girtine ku tevlî hêzên pêşmergeyan bibin.
Rayedarê Pêşmergeyan yê li Tuhurmatuyê, ku nexwestiye navê xwe eşkere bike, diyar kiriye ku, hikumeta navêndî a Iraqê, ferman daye ku bila leşker û fermandarên Kurd yên di nav 16. Tugaya artêşa Iraqê de, bi armanca perwerdekirinê bişînine herêmên din. Dîsa hatiye xwestin ku şûna leşker û fermandarên Kurd yên Ereb bêne dagir kirin.  Fermandar û leşkerên Kurd, li hemberî vê fermana hikumeta Bexdayê derketine. Li ser vê, fermandar û leşkerên Kurd, leşker û fermandarên Ereb ji 16.Tugaya artêşa Iraqê derxistine û biryar girtine ku tevlî hêzên pêşmergeyan bibin.
Fermandarên Kurd, çekên gran û sivik, wesaît û techîzatên leşkerî yên 16.Tugayê jî nedane artêşa Iraqê û nehîştine ku leşkerên Ereb yên ji tugayê hatine şandin jî bi xwe re bibin.

AVESTA KURD