Serrûpel Nûçe Kurdekî menuya têlefona berîkan a bi Kurdî amade kir

Kurdekî menuya têlefona berîkan a bi Kurdî amade kir

Belav bike

Li gorî nûçeya ji DÎHA’yê (Ajansa Nûçeyan a Dîcle) Ercan Ozhan, Kurdekî ku li Bazîda Agiriyê, di serwîsa teknîkî a têlefonan de kar dike Edîp Kaya, ji bo têlefonên berîkan bernameya menuya bi Kurdî nivîsiye. Edîp Kaya bernameya ku nivsiyê li ser têlefonan jî ceribandiye û serketiye.
Kaya tîne ziman ku ev cara yekê ye ku, bernameya nivîskî ya bi zimanê kurdî bi serkeftî tê ceribandin.  Kaya wiha têde diçe: “Ev xebat her çendî xebateke derengmayî be jî, ji bo gelê me di qada teknolojiyê de destpêkeke nû ye. Di sala 2003’yan de şîrketeke telefonê diyar kir ku di amûrên teknîkî de kurdî nayê bikaranîn, vê yekî gelekî bandor li ser min çêkir. Min hewl da ez serî li hin rêyan bidim. Piştî min xebata xwe berfireh kir ez niha vê bernameyê li hemû telefonan bar dikim. Bi taybetî ez dixwazim vê bernameyê bi pêş bixim. Ez dixwazim peyvan li gorî ferhenga Enstîtuya Kurdî wergerînim. Lê heta niha ez negihîştime rayedaran. Ez ji KURDÎ-DER’ê piştgiriya têgînên teknîkî dixwazim.”
Edîp Kaya dixwaze xebata xwe a di vê warê de hîn pêşve bibe û li ser pergala Androîd jî menuya bi Kurdî têxe dewreyê. Kaya di dirêjiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ji 4 zaravayên Kurdî wî tenê bernameya Kurmancî amade kiriye û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Ez dixwazim 3 zaravayên din jî amade bikin. Zimanê Çînî 12 zaravayên wê hene. Hemû zaravayan jî bi amûrên teknîkî bi kar tînin. Di zimanê me de jî 4 zarava hene, divê em jî wan di teknîkê de bi kar bînin. Her çendî ev xebat gelekî dereng mabe jî, di hêla teknolojiyê de destpêkek e.”

AVESTA KURD