Roja destpêkirina pexşa Rûdaw TV îro (11.05.2013) li bajarê Silêmaniyê û di kevanê konsera danasîna Rûdawê de hat eşkerekirin.
Rêveberê giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê Ako Mihemed di konserê de axaftinek kir û diyar kir ku Rûdaw TV dê roja 29ê vê mehê dest bi pexşê dike.
Televîzyona Rûdawê dê bi sîstema HD û dîcîtal dest bi weşana xwe bike û dê bi awayekî 24 saet bernameyan pexş bike.
Tora Medyayî ya Rûdawê ku ji televîzyon, radio, rojname û malper û dîcîtal medyayê pêk tê ji bo hemû beşên Kurdistanê bernameyan pexş dike.
Tê zanîn beşa malper û dîcîtal medya ya Rûdawê roja 15ê Adara îsal dest bi kar kiribû.
Rojnameya Rûdawê jî ji sala 2008ê ve tê weşandin.
Di çarçoveya danasîna Rûdawê de duh û pêr jî li bajarên Dihok û Hewlêr ên Herêma Kurdistanê konser hatibû sazkirin.