Serrûpel Nûçe Li Çiyayê Kato merasîma cenazeyekî

Li Çiyayê Kato merasîma cenazeyekî

Belav bike

Li navçeya Beyşebab a Şirnexê, li gundê Cevizaxacê, welatiyê Suryanî Cemîl Yaramiş, 25 sala berê mecbûr mabû ku gundê xwe terk bike û berê xwe bide Belçîka. Li Belçîka di demeke ku jiyana xwe didomand, 14 sala berê wefat kir. Yaramiş, di wesiyeta xwe de xwestibû ku, bila termê wî li Çiyayê Kato bê binaxkirin. Doh, yanê piştî 14 sala wesiyeta welatiyê Suryanî Cemîl Yaramiş hate şûnê.
Li herêmê û li Çiyayê Kato ji ber ku bi salan bû şer û pevçûn hebûn, zarokên Cemîl Yaramiş wesiyeta wî nikaribûn bicih bînin. Ji ber ku gerîlayên PKK dest bi vekişîna dersînorê Tirkiyê kirin û li herêmê aramî çêbû, termê Cemîl Yaramiş, ji gora wî a li Belçîka hate derxistin û anîne Çiyayê Kato binax kirin.
Cenazeyê Cemîl Yaramiş, lawê wî Şenol Yaramiş û hin merivên wî bi balafirê anîne Tirkiyê.
Şaredarê Beyşebabê yê BDP Yusuf Temel, keşişê Suryanî yê li Mîdyadê Îshak Ergun û zêdetirî 40 kes beşdarî merasîma term binaxkirinê bûn.
Şenol Yaramiş hestên xwe wiha parve dike: “Bavê min 14 sala berê wefat kir. Hîn ku nemiribû, wesiyet kir ku li Çiyayê Kato bê binaxkirin. Lê me heta roja îro nikaribû wesiyeta wî bicih bianiya. Niha ji ber ku aramî hatiye herêmê, me termê wî girt anî li Çiyayê Kato binax kir. Em spasdarê her kesekî ku li vira alîkariya me kirin in.”

AVESTA KURD