Îlahiyatzanê ku di civakê de wek rêberê Misilmanên Antî Kapîtalîst tê naskirin Îhsan Elîaçik, li navçeya Mêrdînê li Qoserê, di panela ku Egîtîm Senê ornanîze kir a bi navê “Di Pirsgirêka Kurd De Çareseriya Demokratîk” de axivî.
Elîaçik anî ziman ku, berî eşîret û mezhebtiyê, pêwiste di civakê de edalet, wekhevî û ked derkeve pêş. Elîaçik bi gotinên xwe bal kişande ser xwe:” Di dewleteke ku gelên cuda hene de, navekî nijadî ne rast e ku bibe navê dewletê. Divê navê dewletê bibe Komara Gel a Anatolya. Navê dewletê li gorî nijad, mezheb û lehengan divê neyê diyar kirin. Di makezagonê de jî ne pêwiste nijad û mezheb diyar bikî. Li şûna vê, pêwiste nirxên wek edalet, wekhevî û ked cih bigrin.”
Îhsan Elîaçik di berdewamiya axavtina xwe de got, ne mimkune ku pêvajo neyê destekkirin û wiha têde çû: “Ola ku ez pê bawer dikim, ola aştiyê ye. Pêvajo hîn nû destpê dike. Kurdê axa û yê xizan wê di vê heyamê de derkevine holê. Kurd wê her mafên xwe yên mîna nasnameyê û yên din bidestxînin. Lê têkoşîna esil ne ev e. Zimanê xwe xwestin îbadet e. Mafê xwe xwestin îbadet e… Ev derana wê rojekê bibine Kurdistan. Kurd wê di dîrokê de gavan bavêjin. Ev sozeke Xwedê ye. A grîng Kurdistaneke çawa wê derkeve holê?”
Elîaçik diyar dike ku wî pirtûkên Ocalan xwendine û dewam dike: “A ku ez pê bawer dikim, aqlê selîmiya gelê Kurd û nivîsên ku Ocalan li Îmraliy nivîsî ne. Di berhemên Ocalan de tenê mesela Kurdistanê tine ye, ew di berhemên xwe de behsa meseleya şaristaniyê jî dike. Pêwiste Ocalan bê şopandin. Pêwiste guh bidî kesên ku têkoşîn dane. Nêrîna min ev e: Divê Kurdistanek hebe. Lê divê sînor tine be. Divê grîngiya sînoran bê kêmkirin. Divê dewletê berz nekî û dewleta heyî islah bikî. Berî her tiştî pêwiste emperyalîzm bê qewirandin.“
AVESTA KURD