Serrûpel Nûçe Hikûmeta Iraqê li dijî PKK dozê vedike

Hikûmeta Iraqê li dijî PKK dozê vedike

Belav bike

Hikûmeta Iraqê îro (14.05.2013) ragihand, ji ber ku hêzên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ji Tirkiyê vedikşin nav xaka Iraqê dê li cem Encumena Ewlehiya Navdewletî li dijî wê partiyê dozê veke.

Li gorî hikûmeta Iraqê, hebûna hêzên PKKê li nav xala Iraqê ewlehî û serwerî û serxwebûna wî welatî dixe metirsiyê û zirarê dide pêwendiyên navbera Tirkiye û Iraqê.

Iraqê beriya niha jî li hember vekişîna hêzên PKK û hebûna wan li nav xaka Iraqê nerazîbûn nîşan dabû.

Ji aliyekî din, berpirsê pêwendiyên derve yê PKKê Ehmed Denîz derheqê biryara hikûmeta Iraqê de ji Rûdawê re ragihand, ew zêde tiştekî nabêjin ji ber ku beriya niha li ser helwesta Iraqê li hember hebûna gerîlayan li nax xaka Iraqê de daxuyanî dane.

Ehmed Denîz beriya niha derheqê nerazîbûna hikûmeta Iraqê li hember hebûna hêzên PKKê li nav xala wî welatî de gotibû: “Em li dijî tu hêz û aliyekî nînin û vekişîna gerîla ji Tirkiye bo nax Qendîl tu metirsiyek li dijî xaka Iraqê nîne.”

Tê zanîn, gerîlayên PKKê ji 8ê Gulana îsal ve dest bi vekişîna ji Tirkiyê kirin û îro (14.05.2013) yekemîn koma gerîla gihîşt devera çiyayê Metîn li başûrê Kurdistanê. (RÛDAW)