Serrûpel Nûçe “Ez Kurd im, hûn çima min Tirk dihesibînin“(Vîdyo)

“Ez Kurd im, hûn çima min Tirk dihesibînin“(Vîdyo)

Belav bike

Li Amedê bi beşdariya Wezîrê Çandinî û Ajaldariyê Mehdî Eker, 14ê Gulanê Roja Cotkarên Cîhanê hate pîrozkirin. Di merasîma pîrozbahiyê de berteka cotkarekî Kurd, awir kişandine ser xwe.
Nûçegîhana rojnameya Hurriyetê Zeynep Gurcanli, di nivîsa xwe de qala berteka cotkarê Kurd dike: “… ji bo rojê du sînevîzyon hatibûn amadekirin. Di her du sînevîzyonan de jî “em ji cotkarên Tirk re spas dikin” hebû. Di protokolê de mirovekî ku tam li paş min rûniştibû îsyan kir û nerazîbûna xwe anî ziman. Got, ‘ez cotkarekî Kurd im. Çima tenê spasiya cotkarên Tirk dikin û bi vê min biçûk dixînin, min bêrûmet dikin. Çima nabêjin cotkarên Tirkiyê û dibêjin spas ji bo cotkarên Tirk. Vê jî li Ameda ku ji % 99 gelheya xwe Kurd e dikin.”
Cotkarê Kurd yê ku bertek nîşan daye navê wî Mahmut Erçek bûye. Mahmut Erçek di berdewamiya berteka xwe de dibêje, “Xwedê ez ji dayik û bavekî Kurd afirandime. Ez wek Kurd hatime dinyayê. Çima min Tirk dihesibînin û min bêrûmet dikin.”

AVESTA KURD