Serrûpel Nûçe Asîwa 4 sal in ku bê nasnameye

Asîwa 4 sal in ku bê nasnameye

Belav bike

Li Tirkiyê hîn jî navên Kurdî qedexe ne. Hinceta rayedarên dewletê jî ev e; di elîfbaya me de tîpên wek X,W,Q tine ne.
Ji ber vê ye ku gellek malbat nikarin navên Kurdî bidine zarokên xwe. Malbatên ku di navên Kurdî de israr dikin jî, ancax bi tîpên ku tenê di elifbaya Tirkî de hene dikarin navên Kurdî li nasnameyê bidine nvîsandin. Mexdurê vê rewşa sosret yek jî Asîwa ye.
Asîwa, neviya Apê Musa (Musa Anter) ye. Tam 3 sal û 4 meh in ku Asîwa bê nasnameye. Lawê Apê Musa Dîcle Anter, nerazîbûna xwe nîşan dide û îfade dike ku Kurd hîn jî nikarin navên Kurdî bidine zarokên xwe. Anter xemgîniya xwe tîne ziman ku di heyameke wisa de û di sedsala 21. de hîn jî navên Kurdî bi hincetên vala têne qedexekirin.
Tê zanîn, rayedarên dewleta Tirkiyê her çiqas dibêjin “di elifbaya me de tîpên W,Q,X tine ne” jî, li ser tabelayan û bi taybet jî di înternetê de hemû tîpên ku ji bo Kurdan qedexene têne bikaranîn.

AVESTA KURD