Serrûpel Nûçe Barzanî hestên xwe wiha anî ziman…

Barzanî hestên xwe wiha anî ziman…

Belav bike

 bidim xuyakirin. Min wî wextî hîs kir ku ew şehîd nêziktirîn kesê min e, eger mêr be birayê min e, eger jin be xuşka min e û eger xort be ew keç an kurê min e”.

Mesud Barzanî di malpera taybetî ya tora civakî ya facebookê de wiha nivîsandiye: “Min nedizanî navê wî şehîdî çi ye, mêr e yan jin e, zarok e yan kal û pîr e, lê min dizanî ku ew şehîdekî mezlum e, bêguneh e, gunehê wî/wê tenê ew bûye ku kurd e”.

“Min wî wextî hîs kir ku ew şehîd nêziktirîn kesê min e, eger mêr e birayê min e, eger jin e xoçka min e û eger xort e keç an kurê min e”.

Her wiha ew nivîsa xwe didomîne û dibêje: “Ez dilxweş bûm ku giyanê wî/wê kesê şehîd û giyanê hemû şehîdên Kurdistanê îro şad e ku dibînin Kurdistan bi xwîna wan azad bûye”.

Di dawiyê de Mesud Barzanî dibêje: “Ciyê mixabinî ye ku îro li Bexdayê hêj kesîne hene ku hilgirê eynî bîr û bawerîya enfalkiriyan in û eger ji wan re pêk bê dê eynî wê siyaseta tawanê bidomînin. Piştî hemû van qurbaniyan dibê Kurdistan azad bimîne. Ji bo min mezintirîn şeref bû ku ez bibînim dê û bavên şehîdan dîtin em wan himbêz dikin û êdî em dizanin ku şehîdên me zindî bûne. Gelo li ser rûyê erdê tu madalyek heye ji vê madalyê bilindtir û pîroztir be”.

Roja pêncşemba borî di merasimeke gora şehîdan a li bajarokê Çemçemalê termên 730 şehîdên enfalkirî bi axê hatin sipartin ku termê şehîdê yekem ji aliyê Mesud Barzanî yê Serokê Herêma Kurdistanê ve hat rakirin, termên wan şehîdên enfalkirî ji goreke bi komel a navçeya Meharîbe ya Iraqê hatibûn dîtin. Netkurd