Serrûpel Nûçe Raza Coca Cola a 127 sala eşkere bû

Raza Coca Cola a 127 sala eşkere bû

Belav bike

Li çar aliyê cîhanê vexwarina ku herî zêde tê vexwarin Coca Cola ye. Heta niha gellek vexwarin derketine piyasayê lê her tim Coca Cola textê xwe parast. Çimkî heta niha qet nehatiye zanîn ku Coca Cola bi çi tiştan û çawa tê çêkirin.
Malpera Amerîkî a bi navê Thisamericanlife.org eşkere kir ku formula Coca Cola bidestxistine û madeyên ku di çêkirina Coca Cola de tên bikaranîn jî yekbiyek weşandin.
Formula ku wek razayekê tê veşartin, di sala 1886 an de ji aliyê kîmyager John Pemberton ve hatibû dîtin. Coca Cola di heman salê de li bajarê Amerîka li Atlanta dest bi firotinê kir û niha li çar aliyê cîhanê tê firotin. 
Formula Coca Cola li eyaleta Amerîka li Georgia, li bajarê Atlanta di jêrjemînekê (mexzen) de tê veşartin û 24 seeta tê parastin.
Li gorî îdiaya malperê formula Coca Cola û madeyên ku di çêkirina vexwarinê de têne bikaranîn wiha ye:
Asîda sitrîk: 84.9 gram
Kafein: 28.3 gram
Şekir: 30 gram
Av: 9.5 litre
Ava leymonên kesk: 0.94 litre
Wanîlya: 28.3 gram
Karamel: 42.5 gram
Ji bo doşavê (şurub):
Alkol: 226.4 gram
Rûnê Portaqalê: 20 dilop
Rûnê leymon: 30 dilop
Rûnê guzên Hindistanê: 10 dilop
Kişniş: 5 dilop
Rûnê kulîlkê Porteqalê: 10 dilop

AVESTA KURD