Serrûpel Nûçe Û li dawiyê dadgehê qebûl kir bibe jin

Û li dawiyê dadgehê qebûl kir bibe jin

Belav bike
Wî navê xwe kiriye Esmeray, êdî ji bo wê ew jin e.

Ev demek dirêje mehkeme vekiriye ji bo ku xwe emeliyat bike û bibe jin. Lê heta niha mehkemê biryar nedida.

Li dawiyê dadgehê biryar da, ku xwe emeliyat bike û bi fermî bibe jin.

Probleb êdî ev e:

Pereyên wê têrê nakin ku xwe bike jin.

Ji ku pereyên emeliyatê kom bike, amadekariyê dike ji bo pêşkêşkirina şanoyekê.

Esmeray, hem şanoger e, hem jî nivîskar e, wê demekê di rojnameya Taraf de jî dinivîsand.

Dibêje: “Di bedena min de tiştekî biçûk heye, jê hez nakin, ezê qut bikim û xwe jê xelas bikim, lê heta niha dadgejê biryar nedida…”