Serrûpel Nûçe Kanalên Amerîkî îmze avêtine skandalekê

Kanalên Amerîkî îmze avêtine skandalekê

Belav bike

Doh (16.05.2013) li Qesra Spî, Serokdewletê Amerîka Barack Obama û Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan bi hev re civîna çapemeniyê lidarxistin. Televizyonên Amerîkî zindî civîna çapemeniyê weşandin, lê tenê axaftina Barack Obama weşandin û dema ku Erdogan dike dest bi axaftinê bike, hemû kanalên Amerîkî derbasa weşana normal bûn. Piştî ku axaftina Erdogan bi dawî bû û cardin Barack Obama dest bi axaftina xwe kir, televizyonên Amerîkî weşana xwe birîn û zindî axaftina Obama weşandin.
Dihat payîn ku axaftina Erdogan wek sîmûltane wergerînine Îngilizî lê ew jî nehat kirin û kanalên Amerîkî pirsên rojnamevanên Tirk dîsa neweşandin.
Çapemeniya Amerîka di nûçeyên xwe de cih dane vê skandalê û helwesta li dijî Erdogan rexne kirin. Malpera nûçeyan a navdar Huffington Post di nûçeya xwe de dîmenên civîna çapemeniyê a Obama û Erdogan weşandin û ev manşeta bikaranî: Kanalên Amerîkî ji Serokwezîr Erdogan nefret dikin.”

AVESTA KURD