Serrûpel Nûçe Li Spanya dibistana leşfiroşiyê vebû

Li Spanya dibistana leşfiroşiyê vebû

Belav bike

Di dawiya dawiyê de ev jî bû. Li Spanya bi navê “Trabaja Ya” dibistana fahîşetiyê (gandêrî) li bajarê Valencia vebû. Li dibistanê bi 100 euro, xwendekarên dibistanê fêrî “bingeha fahîşetiyê” dibin. Di nav dersan de ji rêbaza Kama Sutra (pirtûka zewqê) bigre, gellek ders teorîk û pratîk tên dîtin.  
Bi destpêkirina dibistanê, li Spanya niqaşan jî destpê kir. Kesên ku li dijî dibistana fahîşetiyê “Trabaja Ya” derdikevin, îdia dikin ku dibistan wê fahîşetiyê zêde bike.
Rêvebirên dbistanê li ser bertekan daxuyaniyek dan û anîne ziman ku, hemû îdiayên ku tên bilêvkirin ne rast in û li dijî zagonê tiştekî ku pêk tê tine.
Ev daxuyaniya rêvebirin dibistanê jî rê li ber kampanyayên li dijî Trabaja Ya negirt. Parlementerê Partiya Çepgirên Yekbûyî Esther Lopez Barcelo, berteka xwe wiha nîşan daye: “Ev dibistana, ji jinên ku bandora qeyrana aborî li wan bûye sûdê werdigre. Ev reşweke ku qet nayê qebûl kirin e.” 
Li dibistana fahîşetiyê, di nav hefteyekî de bi rêbaza Kama Sutra, jinên ku beşdar bûne fêrî zilam xweşhal kirinê dibin. Her roj 2 seet û nîv dersên teorîk û pratîk destnîşana beşdarên jin didin. Ji bo jinên beşdarî qursê bûne, kar tê garantî kirin.  

AVESTA KURD