Şahîn ku dawî li karê wî li Iraqî hatiye, serokwezîr jê re di wezîfeyên nû de serkeftin xwest.
Barzanî diyar kir ku Şerîf şahîn roleke baş di pêwendiyên di navbera Misir, Iraq û herêma Kurdistanê de lîst û hêvî kir ku wê rola xwe berdewam bike, bi taybet di pêwendiya di navbera Misir û herêma Kurdistanê de, û got ew pêwendî dîrokî ne.
Sefîr got, ewê amadekeriyê dikin ku di demeke nêzîk de ofîsa hikûmeta Kurdistanê li Qahîre vekin, ev jî dibe ofîsa yekemîn ya hikûmeta Kurdistanê li welatên Erebî.
Her wiha li ser wê yekê hate rawestandin ku di dema pêş de serokwezîrê Kurdistanê serdana Hewlêrê bike.