Serrûpel Nûçe Tirkiyê “Terorîstên navnetewî“ fînanse dike

Tirkiyê “Terorîstên navnetewî“ fînanse dike

Belav bike

GER KU ÇEKÊN ME YÊ KÎMYEWÎ HEBÛYA WÊ GELEK MIROV JIYANA XWE JI DEST BIDA

Esad, îddîayên ku ji hêla DYA (Dewletên Yekbûyiyên Emerîqayê) û hevkarên wî ve tên gotin ,wek çeken kîmyewî di deste Sûrî de hene, derewand û red kir. Esad got ku li herêmekî çekên kîmyewî bên amilandin wê hêjmarên miriyan ne deh yan jî bîst bin. Wê mirinên gelek zêde pêk werin. Esad got ev spekûlasyonên DYA’yê spekûlasyonên di zemanê Saddam Huseyîn de tîne bîra min. Lewra di zemanê Saddam de jî bi vî hincetî ketin Îraq’ê û vî derewî jî  ji bo armancekê wisa, ku bikevin Sûrî,  bikartînin. Dîsa Esad berdewama hevpeyvînê xwe de got dibe ku DYA û hevkarên wî di herêmekî piçûk de bi çeken kîmyewî operasyonekî leşkeri bikin. Ji ber îhtîmalekê wisa artêşa Sûrî jî planên xwe yê parastinê li gor vî îhtîmalî amade dike.

 

TIRKIYE ÇEKÊ DIDE MUXALÎFAN

 

Esad îddîa kir ku hêzên Rojavayî li hember Sûrî  xwe ji şerê re amade dikin û Tirkiye, Qatar, Siûdî Erebîstan piştgirî didin muxalifên li Sûrî , çek didin wana û van “terorîstên navnetewi” finanse dikin. Di derheqê hêjmarên miriyan de ji Milletên Yekbûyî  daxuyaniyek hatibû ragihandin û di wî daxuyaniyê de hêjmar  70 hezar kes bû.  Esad got ez vî  hêjmarî  rast nabînim û di destê tu saziyekî de pîvanekî ku bikaribe hêjmara miriyan hesab bike tune ye.

 

SIYASETÊN OBAMA Û BUSH WEKA HEV IN

Esad got, her çiqas ku ji hela gotinan ve rêbazê Barrack Obama û George Bush ji hev cûda bin jî dîsa jî heqîqeta siyaseta wan yê derve weka hev e û siyaseta derve , bi taybetî jî ya di derheqê xakê de, ya DYA’yê jî qet naguhere. 

Esad got Sûrî dewletekê Laîk û demoqratîk e û hewl didin ku li hember hêzên olperestên tûj li berxwe didin. Lê li gor esad hêzên rojavayî ji bona ku bikaribin çavkaniyên Sûrî dagirbikin , wek li dewletên Latînî, hewl didin ku div î lîstika xwe de gel bikin lîstikvanên xwe.

Serokdewletê Sûrî got,heta îro DYA van olperestên radîkal ji bo berjewendiyên xwe finanse kir lê wek ku me mînaka Talîban’ê de jî dît di 11ê Îlon’ê de jî encama vî siyasetê xwe dît, berdela wî da.   

 

Esad got ez bi tu awayî nafikirim ku dev ji peywira berdim. Lewra ji bo min ev berdana peywirê wê were ma’neya(wateya) revê. Esad muxalîfan wek terorîst binavkir û got ez bi tu aweyî bi wana re guftûgoyê nakim. Dema ku di hevpeyvînê de axaftinên Wezîrê Karên Derve yê  DYA’yê, ku gotibû “di hikûmeta demborî de cîhê Esad tune ye “ , jê hat pirsin; got ku wê biryara vî mijarî gele Sûrî bide. Ez nizanim Kerry yan jî  yekî din vî heqî ji kî distiîne û wisa xeber dide. Wê biryara vî di hilbijartina sala 2014an de ji aliye gele Sûrî ve bê dayîn.

Serokdewletê Sûrî got , konferansa  ji bo rêvekirina diyalogê ku ji hêla DYA û Rusya ve hat pêşniyarkirin girîng e. Em bi çavekê erênî lê dinerin. Çi çareseriyekî polîtîk bê pêşiya wan wê ewê piştgirî bidin. Lê  di berdewamê de got, ez bawer nakim ku dewletên piştgirî didin terorîzmê  bi piştgirî bidin çareseriyekî wisa.