Ji wê demê ve û heta niha jî cenabê Serokê Herêmê bi yek çav û wekî bira temaşa hemû aliyên Kurdan kiriye. Lê belê bi mixabinî aliyekî diyarkirî roj bi roj xwe bi niyeteke gumankirî pirçekkiriye. Roj bi roj xwe ji peymana Hewlêrê dûr xistiye û aliyên din perawêz kiriye, heta kar gihîştiye kuştin û girtin û revandina xelk û ber bi çavnegirtina nêrînên aliyên siyasiyên Kurdan.
Li vir da radigihînîn heta hilbijartinekî azad neyê encamdan tu aliyek nikare bi yek aliyane xwe ferz bike. Heta dema hilbijartinê tenê Desteya Bilind nûnerayetiya xelkê dike. Ji bo xwe sepandin û takekesiyê em rê nadîn piştevaniya me wekî pirekî bê bikaranîn. ji bo wê yekê neçarîn pêdaçûnê li helwesta xwe da bikîn û eger peymana Hewlêr bi tevahî neyê bi cîhkirin û pêve pabend nebin em jî biryarên din didin.
Jêderekî Rojnamevaniya
Serokayetiya Herêma Kurdistanê
20/05/2013