Li navçeya Reyhanliya Hatayê di 12’ê gulanê de li 2 xalên cûda teqîn pêk hatibû û di teqînê de 51 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.
Serokomar Abdullah Gül piştî êrîşa terorê çubû herêmê û lêkolîn kiribû.
Serokwezîr Recep Tayyip Erdoğan jî,berî serdana dewletên yekbûyî yên amerîkayê ragihandibû ku dê here Reyhanlıyê,lê dîrok eşkere nekiri bû. Ew dîrok diyar bû.Serokwezîr Erdoğan, 30’ê gulanê roja pêncşemê wê here reyhanlıyê.
Daxuyanî, ji berdevkê partiyê û Alikarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Hüseyin Çelik hat.
Çelik di daxuyaniya ku li ser twitter’ê dayî de got; “ birêz serokwezîr ji bo sersaxiya malbatên ku li reyhaliyê xizmên xwe windakirî dê here reyhanliyê.
Serokwezîr ji bilî vê, reyhanlı di sêride li herêmê dê lêkolînan bike û dê here serdanên malbatên birîndar.
Amadekirin: Azad Mohamed