Di bergeha pêvajoya çareseriyê de li Kurdistana Bakur, li 13 bajarên Kurda, UKAMê (Navenda Lêkolînên Çandî a Navneteweyî) anketek lidarxist. Anket di bin navê “Lêkolîna Têgeha Pêvajoya Çareseriyê û Pirsgirêka Kurd” de hate kirin. Anket bi kesên ku salên wan ji ser 18 an re ne pêk hat û 2 hezar û 985 kes beşdarî anketê bûn.
Kesên ku beşdarî anketê bûne, ji % 62.8 ji bo Kurda statuyeke wek “hemwelatiyeke wekhev” daxwaz kirine. Di anketê de li Tirkiyê ji bo Kurdan statuyên wek federasyon, xweserî, serxwebûn li gorî statuyeke hemwelatiya wekhev kêmtir hatiye xwestin. Kurd ji % 15.1 xweseriyê, ji % 11.6 serxwebûnê, ji % 7.8 jî federasyonê dixwazin.
Kesên ku beşdarî anketê bûne, ji % 68.9 Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di pêvajoya çareseriyê de wî wek aktorê herî grîng dinirxînin.
Rêjeya kesên ku bawer dikin, ger ku Rêberê PKKê Abdullah Ocalan bixwaze, PKK wê çekan berde jî ji % 73.3 ye.
Di anketê de helwesta MHP û CHPê jî hatiye pirsîn. Li gorî encama anketê, ji % 88.3 difikirin ku CHP dixwaze pêvajoyê asteng bike. Ji bo MHPê rêje ji % 94.4 in ku difikirin MHP li ber çareserkirina pirgirêka Kurd asteng e.
Dîsa di anketê de hatiye pirsîn, ku çi pêk bê pirsgirêka Kurd wê çareser bibe? Kesên ku ev pirsa bersivandine ji % 41 dibêjin ku perwerdehiya bi zimanê zikmakî wê pirskirêka Kurd çareser bike. Kesên ku li gorî vê pirsê dibêjin ji PKKê re efûyeke giştî rêjeya wan ji % 34.4 e. Kesên ku dibêjin Xweseriya Demokratîk wê pirsgirêka Kurd çareser bike jî ji % 24.7 in.
Beşdarên anketê ji % 82 Kurd (Kurmanc û Zaza), ji % 12 Tirk, ji % 6 jî Ereb in.
AVESTA KURD