Li Brîtanya li paytext Londonê bûyereke ecêb pêk hat. Du mirovên reşik yên ku eşkere bû wana dûra ola îslamê qebûl kirine, li kolana navçeya Wiloç, li ber çavên zarok û jinan êrîşa leşkerekî Brîtanî kirin. Êrîşkaran bi satorê (kêra goştfiroşiyê) serê serbazê Brîtanî birrîn. Dûra jî kuşer bi hereketên rehet li hemberî kamerayê sekinî û gotinên xwe kirin.
Kuşer di destê wî de satora bi xwîn bi kamerayê re axifî. Di vîdyoyê de kuşerê reşik ev tiştana dibêje: “Bi navê Xwedayê mezin, em li dijî mixalefeta we ti cara ranawestin. Sedema ev bûyera ku me kiriye, ew e ku her roj misliman dimrin û bi kuştina vî serbazî me heq bicih aniye.”
Dûra kujer ji jin û zarokan lêborînê dixwaze: “Jinên me jî neçar dimînin ku van dîmenan bibînin.” Kujer dîra jî Brîtaniyan tehdît dike: Hûnê tu carî aramiyê nebînin, ji ber ku giringiyê nade we, xwe ji vê hikûmetê rizgar bikin.”
AVESTA KURD