Serrûpel Nûçe Karayilan voleybolê dilîze

Karayilan voleybolê dilîze

Belav bike

Rojnamevanê bi navûdeng Hasan Cemal, ev 2 heftene ku li çiyayên Kurdistanê û Qendîlê vekişîna gerîlayên PKKê dişopîne û bi gerîla û rêvebirên PKKê re hevdîtinan lidardixîne. 
Ev 3 rojin ku Hasan Cemal li Qendîlê, bi Serokê Konseya Rêvebir a KCKê Mûrad Karayilan, Endamên Konseya Rêvebir a KCKê Cemîl Bayik, Sabrî Ok, Ronahî Serhad û Sozdar Avesta re hevdîtineke dûr û drêj lidardixîne û di bloga xwe de her roj diweşîne.
Hasan Cemal di nivîsa xwe a îro de qala voleybola ku li Qendîlê hatiye lîstin dike. Nivîsa Hasan Cemal a di derbarê voleybola li Qendîlê de wiha ye:
Em ji konê derdikevin. Li qadeke ku tora voleybolê di nav daran de vekişandine û bona ku top nereve kendalê dor pêçandine de pêşbirka voleybolê destpêkir. Cemîl Bayik wek min di nav temaşevanan de cih girt. Karayilan baş dilîze, xwe baş hildide. Ancax Sabri Ok bi bejna xwe a drêj zehf baş dilîze, li ser hev puanan distîne. Cemîl Bayik dibêje, ‘kesên ku bi salan li girtîgehê raketibin voleybolê baş dilîzin. Heval Sabri tam 22 sala raketiye… Yê din ew ê bi berçavk e, Fuat, tam 20 sal, 6 meh û 6 roja li girtîgehê raket…
Lîstika voleybolê li Akademiya Şehîd Sara bi çepik û şox û şenga temaşevanên gerîla yên jin û mêr dewam dikir. Lîstika voleybolê dewam dikir û mixabin hemû êşên ku hatine jiyandin di hişê min de derbas dibûn, çi heyf…”

AVESTA KURD