Serrûpel Nûçe Mele Bextiyar rexne li Barzanî kirin

Mele Bextiyar rexne li Barzanî kirin

Belav bike

Mela Bextiyar ku îro (02.06.2013) li bajarê Dihokê beşdarî merasima salvegera damezirandina YNKê bibû, axaftinek kir û li ser mijara destûra Herêam Kurdistanê bang li serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kir û wiha got: “Peyama min ji bo serokê Herêma Kurdistanê ev e ku guhê xwe bide rexneyên xelkê û bi diyalog û lihevhatina niştimanî destûrê bixe referandumê.”

Berpirsê desteya birêveber a polîtburoya YNKê diyar kir ku eger Barzanî li ser wê rijd be ku destûrê bêyî lihevkirina niştimanî bikeve referandumê dê “aloziya siyasî li Herêma Kurdistanê kûrtir bibe.”

Mela Bextiyar destnîşan kir ku rijdbûna Barzanî li ser referanduma destûrê û sepandina vê yekê ji aliyê wî yan PDKê ve dê bibe destpêka hendîkapa siyasî li Herêma Kurdistanê.

Wî rayedarê YNKê her wiha behsa girîngiya rêkeftina navbera YNK û PDKê ku wek “rêkeftina stratejîk” tê binavkirin, kir û wiha anî ziman: “Em hevpeymaniya xwe digel PDKê têk nadin lê emê di mijara destûrê de jî hevsengiya xwe biparêzin.”

Cîgirê sekreterê giştî yê YNKê Kosret Resûl ku di heman demê de cîgirê serokê Herêma Kurdistanê ye jî, duh (01.06.2013) li bajarê Hewlêrê di merasima pîrozbahiya damezirandina YNKê de gotibû: “Divê destûr ji bo hemwarkirinê vegere parlamentoyê û paşê bikeve referandumê.”

Beriya niha jî serokê Herêma Kurdistanê û serokê PDKê Mesûd Barzanî, li ser destûrê wiha gotibû: “Divê destûr bikeve referandumê û tu kes nikare destûrê vegerîne parlamentoyê.” Rûdaw