Berî her tiştî, ez vê pirojeyê giring ku, îro em li devereke gelek şoreşger û xebatker, landika du şoreşên mezin yên Kurdistanê ava dikin, li Zaxoya delel pîroz dikin. Her bi vê minasibetê ji bo wan xebatker û şehîdan, yên ku xebatkirîn, xwîna xwe dayîn û fedakarî kirî bo hindê em vê rojê bibîn in, û bo hemû şehîdên di rêya rizgariya miletê me da xebat kirî, em ser û bejna xwe ditewînin. Îro divê em wan şehîdan li bîra xwe bînin, divê hertim li bîra me be ku, ev tiştê nuha li Kurdistanê heye dewlet serê xebat, westiyan û xweragiriya wan qareman, wan şehîd û wan pêşmergeyan e yên ku ji bona vê rojê xebat kirî. Li we pîroz be xelkê devera Zaxoya xweştivî û hemû xelkê Kurdistanê.
Xûşk û birayên hêja
Îro em dê kevirê bingehîn bo tunela Geliyê Zaxoyê danin. Weke ez agadar ev yekemîn tunele li wîlayeta Duhokê tê çêkirin, lê em piştrastin ku ya dawiyê jî nabe. Bi berhema xwe û xwîna xelkê Kurdistanê dê bi dehan rê û tunelên baştir, eger Xwedayê mezin hez bike, vekin û Kurdistanê avadan kin.
Rêya navdewletî ku, herêma Kurdistanê û Îraqê bi Tirkiye, bakur û Rojava ve girê dide, ji bo xelkê Kurdistanê rêyeke gelek stratejîk û jindar e. Ez dikarim navê (rêya Aşitî û Pêkvejiyanê) lê bikim, çunkî dê rêya Kurdistan û Îraqê bi Tirkiyeyê ve girê bide û hêsantir lê bike û derî li pêşiya bazirganiya navdewletî ber bi Kurdistan û Îraqê ve berfirehtir bike.
Ev pirojeye bi buhayê 158 milyar dînaran, cutysayîd bi dirêjiya 3.6 kîlometroyan, parçeyeke ji pirojeyekî mezintir, ew jî berfirehkirina hemû rêyên navxweyên Kurdistanê û rêyên Kurdistanê bi derve girê dide ye. Xweşkirin û hêsankirina rêya Geliyê Zaxoyê, dê gelek xizmetan bike wek:
1- Hêsankirina rêya bazirganiyê navbera Kurdistan û Îraqê digel Tirkiye û Rojava.
2- Kêmkirina bûyerên tirafîkê ku rojane li ser vê rê diqewimin
3- Kurtkirina rê
Rêzdaran
Rê angê hevbendî, hevnasîn û têkelî. Siyaseta hikûmeta herêma Kurdistanê di vî warî de eve ku, rêyên navxwe û yên derve, bigihîne standardên navdewletî. Li hemû wîlayetên Kurdistanê me dest bi kompaniyaya cutsayîdkirina rêyên giring kiriye.
Em li hikûmeta herêma Kurdistanê, dê bi avadankirinê, aramiyê, pêkvejiyanê û aşitiyê xebatê kin, em hêvîdar in ku, ev yek bibe zimanê hemû aliyên din, çi li ser astê navxwe û çi jî li ser astê derve.
Hêjayan
Azadî, aramî, avadanî û pêşkeftina herêma Kurdistanê berhema xebateke dûr û dirêja xelkê Kurdistanê ye, ew bi hêsanî bi dest ve nehatiye û pêdviye bi hêsanî jî ji dest me neçe. Yên ku doh xwîna xwe kirine qurbaniya rêya rizgariyê, îro renc û xwehdana xwe dikin qurbaniya avadanî, aramî û pêşkeftinê. Hikûmeta herêma Kurdistanê berhema renc û xebateke mezin e, eger em îro vê tecrûbeyê neparêz in û Kurdistanê negihînin benderê azadî û bexteweriyê, ez di wê baweriyê de me ev dê ji bo me kêmasî be.
Îro ji me tê xwestin eme hemû di yekrêziya nav mala kurdistanê de beşdar bin, ji me tê xwestin li hember bûyerên deverê yekbigirin. Ji me tê xwestin ji bo avadankirinê, ne ji bo wêrankirin û reşbîniyê, yek parçe bin. Îro rewşeke dîrokî ye û em pêdvî bi biryareke dîrokî ne.
Em dê tunel, rêyên aşitiyê, biratiyê û pêkvejiyanê avadan bikin, dê li hêviya rêvingên avadaniyê bin ku van rêya bikar bînin ji bo zêdetir xizmetkirina miletê me.
Li dawiyê, hêviya serferaziyê bo kompaniya Lîmak ya tirkî ku, îro wan ev pirojeye dest pê kirî, dixwaz im. Hêvîdar im bi astek baş ev pirojeye bê timam kirin, çunkî dê ji bo me bibe derîyek berfireh digel cîhanê û ji bo kompaniyên din bibe derîyê pêtir navdariyê li hemû cîhanê.
Ez sipasiya wezîrê avadankirin û saziyên peywendîdar û waliyê Duhokê dikim, sipasiya westiyana wan bi vî pirojeyî ve dikim. Hêvîdar im ev piroje di dema xwe de timam bibe û bibe sedemê karhêsankirinê bo hemû aliyan.
Hûn hemû bixêr bên ser çavan, pîroz be û her şad û serkeftî bin