Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrad Karayilan, derheqê mijarên; rêveçûna pêvajoya çareseriya demokratîk, astengiyên dewletê, gavên di qonaxa duyemîn de divê werin avêtin, konferansên çareseriya demomkratîk û rewşa Rojavayê Kurdistanê ji ANF’ê re nirxand.
Karayilan da xuyakirin, ku ew ji nêzîkatiya hukûmetê ya li pêvajoyê bi fikarin û 2-3 heftene li ser rêveçûna pêvajoyê di nava xwe de nîqaşên berfireh dikin. Karayilan got: “Herî dawî şandeya BDP’ê hat, nirxandinên xwe ragihandin. Derket holê ku Rêberê me jî heman fikar û gumanên me parve dike. Li beramberî hemû hewldanên Rêber Apo û pratîka tevgera me ya ji bo bicihanîna berpiryariyên xwe, dewlet û hikûmetê heta niha gaveke ku baweriyê bide me, ne avêtiye. Ev nêzîkatiya dewletê, pirsgirêkeke mezin.”
Karayilan da xuyakirin, ku dewlet bi van pêkanînan re, ji bo pêvajoyê sabote bike çi ji dest tê dike û di heman demê de xwe ji şer re amade dike. Karayilan diyar kir, ku ev yek li gel wan rê li ber fikarên cidî vedike û civaka Kurd jî heman fikar û gumanan dijî.
Karayilan derbarê hevdîtinên ligel Ocalan de jî wiha got: “Li ser navê aliyê Kurd, bi Rêber Apo re hevdîtinê dikin. Ji ber vê yekê, divê Rêber Apo karibe bi derve re têkiliyê deyne û me re têkiliyê deyne û hin şande karibin biçin gel wî. Dibe ku pêwistiya wî bi şêwirmendan hebe. Ev pirsgirêk, pirgirêkek sed salan e. Eger bi rastî dixwazin pirsgirêkê çareser bikin, divê pergala tecrîdê ya Îmraliyê rakin. Divê karibe bi me re bi hêsanî têkiliyê deyne. Lê di vê mijarê de ti guhertinek çê nebûye. Tecrîd hînê dewam dike.
Serokê Konseya Rêveber a KCKê derbarê qonaxa duyemîn de jî wiha got: “Di pêvajoya çareseriyê de êdî qonaxa duyemîn destpê kiriye. Qonaxa duyemîn jî ji kar û wezîfeyên dewlet û hikûmetê pêk tê. Divê beriya her tiştî tecrîda li ser Rêberê me bê rakirin, naxwe pêvajo nameşe. Pêwîste hikûmet nêrîna xwe ya li ser cerdevanî û qereqolan rave bike û di van mijaran de gavên pê bawer biavêje.”
Karayilan da xuyakirin ku du lingên vê pêvajoyê hene, yek ew e yê din jî dewlet û hikûmet e. Karayilan anî ziman ku pirsgirêk li ser lingekî çareser nabe û eger dewlet û hikûmeta Tirkiyê dixwaze bi rastî vê pirsgirêka dîrokî çareser bike, divê ciddî tevbigere û gavan biavêje.
Mûrad Karayilan bal kişand ser konferasa ku li Enqere û Amedê hatî lidarxistin û derbarê koneransa li Hewlêrê bê lidarxistin de wiha got: “Herkes yekitiyê ava dikin. Yekitiya Ewrûpa heye, Yekitiya Ereban heye, Yekitiya Efrîka heye. Bi kurtasî, civakên ne xwedî heman nirxane jî, li dora berjewendiyên hevpar dicivin û yekitiyê ava dikin. Lê weke gelekî xwedî heman nirxane, em nikarin bên gel hev û yekitiyê çê bikin. Platforma Konferansa Netewî ya li Hewlêrê li hev kom bibe, dikare bersivê bide vê pêwistiyê. Armanca me ya niha ev e. Li vê platformê wê li ser piştgiriya netewî ya navbera Kurdan û çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd bê nirxandin. Ev rêxistinbûyîn, ne li dijî ti dewletan e. Platformeke demokratîk e ku wê çareseriya pirsgirêka Kurd lê were gotûbêjkirin. Heta niha ti astengî xuya nakin. Di hin qonaxan de gotûbêjên destpêkê yên konferansa netewî tên kirin. Eger ev gotûbêj bigihêjin encameke baş, wê di roj an jî hefteyên pêş de komîteya amadekar were avakirin. Hêvîdarim wê sala 2013’an bibe sala yekitiya Kurdan.”
Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrad Karayilan derheqê hin nûçeyên televîzyon û malperên Înternetê yên digotin Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ji Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Mesûd Barzanî re nameyek taybet şandiye, nirxand û diyar kir, ku nûçeyên hatine dayîn ne rast in. Karayilan di vê mijarê de wiha peyivî: “Nameyeke taybet tineye. Lê Rêberê me bi rêya şandeya BDP’ê ji me re beriya niha nameyek şandibû û di nameyê de jî silav li Birêz Mesût Barzanî, Birêz Nêçirvan Barzanî, Birêz Noşîrvan Mistafa û Birêz Mam Celal kiribû û ji wan re tenduristiyeke baş û serketin xwestibû. Min jî ji wan re peyamek nivîsand û silavê Rêberê me li wan kir. Yanî mesaja ji wan re çûye, li ser navê min çûye. Ev jî berî meh û nîvekê bû û ji aliyê min ve hat şandin.”
Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê rewşa dawî ya li Rojavayê Kurdistanê jî wiha got: “Xeta siyaseta Kurd a li Rojavayê Kurdistanê, alîgiriya şoreşa li Sûriyê dike, lê di şûna têkoşîna çekdarî de, stratejiyek li ser bingeha şoreşa bi rêbazên siyasî dipejirîne. Ji ber êrişên hêzên derve berxwedaneke xurt a çekdarî hatiye destpêkirin. Kurdan bi destpêkirina têkoşîna çekdarî re, xeta sêyemîn ji xwe re esas girtin û bê alî man. Ne piştgirî da rejîmê ne jî bi muxalefetê re meşiya. Çekên di destê xwe de jî, tenê ji bo parastina xwe bikar anîn. Ew ji xwe re têkoşîna siyasî esas digirin û çekê ji bo parastina xwe ya rewa hildigirin. Bi van polîtîkayên xwe re, xwe parastin û vuherîn hêzeke mezin.”
Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrad Karayilan serdana Desteya Bilind a li Rûsyayê jî nirxand û destnîşan kir ku encamên vê serdanê girîng bûn. Karayilan diyar ki, ku hêza yekane ya li Sûriyê xwedî polîtîkayeke zelal û rast, Kurdin û got: “Lewma mafê wan e ku beşdarî platformên li qada navnetewî bibin. Agahî tên, ku nûnerê Kurdên Rojavayê Kurdistanê Desteya Bilind, wê tevî Konferana Cenevreyê bibe. Ev yek, serketineke girîng a têkoşîna gelê me yê li Rojavayê Kurdistanê ye. Li ser gelê me ambargoyek, astengiyek navnetewî heye. Bi beşdariya Desteya Bilind a li Konferansa Cenevreyê re, ev ambargo wê ji holê rabe. Bi dîtina min ev serketineke dîplomatîk e. Ji bo pêşeroja Sûriyeke demokratîk, Kurd dikarin roleke çalak bileyzin.” Rûdaw