Serrûpel Nûçe Barzanî û Lavrov li ser rewşa Sûriyeyê axivîn

Barzanî û Lavrov li ser rewşa Sûriyeyê axivîn

Belav bike

Li gor ajansa rûsî Itar-Tassê Sergei Lavrov û serokê Kurdistanê minaqeşeya çareseriyeka siyasî ji bo krîz û şerê li Sûriyeyê û konferansa didoyê ya Genevê kir.

Di civîna Barzanî û Lavrov de behsa têkiliyên aborî û siyasî yên Kurdistanê û Rûsyayê jî hat kirin û Lavrov got Rûsya dixwaze têkiliyên xwe yên digel Kurdistanê xurttir bike.

Her duhî serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî li St. Petersburgê digel wezîrê enerjiyê yê Tirkiyeyê Taner Yildiz jî civiya. Taner Yildiz silamên serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan gihandin serokê Kurdistanê û got Erdogan gotiye ko Tirkiye dê li pişt hemî soz û peymanên ku digel Kurdistanê îmza kirine raweste û paşde gavê naavêje. (Nefel)