Serrûpel Nûçe Kurdên Rojava dereng dimînin

Kurdên Rojava dereng dimînin

Belav bike

(Divê kurdên Rojava çi bikin):
 
Kurdên Rojava dereng dimînin
 

 
 Piştî biryara Amerîkayê û Ewropayê ya çekdarkirina hêzên mixalif bi çekên tankşikên û balafirşikên, muhtemelen umrê desthilata Esed ji salekê jî kêmtir maye.
 
 Esas dihat payin ku rejim berî serê sala çûyî hilweşe. Rusya, Çîn, Îran û piştgirên din; wan ji alî exlaqî ve jî nema dikarî barê rejima xwînrêj a qirêjli raya giştî ya cîhanî hilgire. Lê qetlîam û hovîtiyên hêzên terorîst ên ku bi navê radîkaliya Îslamê tevgeriyan hişt ku Rojava li gel Rusyayê nêzîk bibe û çavê xwe li rejima Esed bigire da ew karibe hin derbeyên ciddî li van hêzên xeterhên bixe.
 
 Di wê navberê de wan ji bo tecrîdkirin û pûçkirina van hêzan, mixalefet jî ji nuh ve organîze kir û nuha biryar daye ku bêyî têkeve destên radîkalan ew mixalefetê çekdar bikin.
 
 Xelkê Suriyeyê ji xwe ji mêj ve di bin bombranên balafir û fuzeyên rejimê de bi hesret li benda piştigiriyeka wiha bû.
 
 Nexwe starta hilweşandina rejimê destpêkir.
 Esed û taxima xwe ê biçin, Rusya û yên li gel wê nikarin wê rawestînin ew tenê dikarin ji bo berjewendiyên xwe têkevin nav bazaran.
 
 Lê Rojava di wê mihaweleyê de ye ku berpirs û nunerên desthilata dîktatoriyê biçin û bi awayekî mekanîzmaya dewleta berê; ordu, asayiş, muxaberat û dezgeyên mayîn bimînin; ew di halê herî geşbîn de bi unsurên etnîsîte, dîn û mezhebên cuda bên dagirtin. Xwdêgiravî civaka navneteweyî ji tecrubeya Iraqê dersan werdigire. Li wê derê ordu, burokrasî û îstîxbarata Saddam hatibû hilweşandin u qedexekirin.
 
 Helbet dewletên mezin xwe, hê rasttir gelên Rojhilata navîn bi safsatayên wiha dixapînin. Ya ku şerê navxwe yê li Iraqê ê navbera ereban piştî referandumeka destûrê û çar hilbijartinên giştî û herêmî hê jî dide domandin, ne tasfiyekirina mekanîzmaya dewleta Sadam bû, lê parvenekirina îdara Iraqê di navbera şîe, sune û kurdan de li ser esasekî federalî ya sê alî bû.
 
 Îro li Sûriyeyê eger sîstemeka ne-merkezî ya federalî neyê dîtin ku kurd, elewî, durzî, xiristiyan û erebên sune xwe di nav de di ewleyiyê de bbînin, Beşar ji desthelatê biçe jî ê şerê kavilker ê navbera etnîsîteyan, dînan û mezheban bi salan tevî gelek hilbijartinan jî berdewam bike; bi dehan salan bajar ê kavil bimînin, bi milyonan penaber ê nikaribin vegerin warên xwe û hin welatiyên din bên qetilkirin yan penaber kirin.
 
 Ji alî din ve, diyar e ê konferansên navneteweyî bilezûbez lidarkevin, mihaweleyên ku hemû mixalefet li cihekî bigihên hev û rêk bikevin himbiztir bibin. Berî dawiya salê ê hukmeteka mueqet a hemû pêkhateyan ava bibe. Piştgiriya maddî û çekdarî a civaka navneteweyî ê ji bo mixalefetê zêdetir bibe.
 
 Kurdên Rojava, di vê rewşa kambax de israr bikin diyar e, dikarin di hemla lezûbezandina qonaxa nuh de dereng bimînin. Sedemek eger ew be ku hêzên mixalif ên ereb ne amade ne mafên gelê kurd qebûl bikin jî ya din kurd bi xwe ne. Ew hê hevdu qebûl nakin, di warê statuya Rojava û îdareya sîyasî, eskerî û burokrasî ya wê de nelihevhatî ne. Wiha dewam bike ew dikarin hem ji nav cepheya giştî a Sûriyeyê hem ji beşdariya hukumeteka mueqet a Şamê, hem jî ji alîkarî û piştgiriya navneteweyî bêpar bimînin.
 
 A xerab ku rejima Esed hilweşe, bi navê îdarekirin û ewleyiya welat, mixalefeta îro ku ê bibe desthilata sibê û Orduya Suriyeya Azad dikarin berê xwe bidin kurdan ku çekên xwe deynin, îdareyên hemû bajar û deverên kurdan teslîmî wan bikin.
 
 Yan kurd ê serî li vê bitewînin, paçika hustuyê xwe bixwirînin û vegerin malên xwe, yan jî li gel desthilata nuh a Şamê a ku hemû civaka navneteweyî li pişt wê ye têkevin şerekî tecrîdbûyî yê kavilker, wek hêzên dijî şoreşa Sûriyeyê bên demxekirin.
 
 Heta nuha, tevî hemû dijwariyan, kurd hê neketine şerê esasî, divê kurd bibînin ku rojên reştir û tarîtir gava Beşar bikeve û desthilateka nuh were Şamê ê bi ser wan de bê.Ev muqqader e, madem mixalefeta ereb mafê rewa yê kurdan qebûl nake zû an dereng ê ew û kurd bên hemberî hev. Kurd çend behsa mafên xwe yên rewa bikin jî nikarin ji vê birevin. Lê gelo gava ew rojên reş û tarî bi ser wan de hatin, kurd ê amade bin ku pêşwaziyê li wan bikin û li ber xwe bidin? Ev girêdayî ye ku îro ew çend bi hev re xwe rêk dixin, çend hedefên xwe yên ji bo statuyeka kurdan dikin yek reng û yek deng û hemû alternatîfên din didin aliyekî, ew çend statuyeka îdarî ya demokratîk ya pirpêkhateyî, pirrpartîtî ya parlamenterî ya bi medya û fikrên azad, ya bi avakirina burokrasiyeka ne siyasî ya ji hemû partiyan serbixwe ava dikin.
 
 Ya ferz, divê ew ji nuha ve ne ku hêzên yekîneyên gerîlla yên ser bi vê an wê partiyê ve, lê orduyeka serbixwe ya ji 70-100 hezarî pêkhatî a xwedan beşên operasyonên cuda û şiyana parastina li hemberî balafir û tankan ava bikin; dest deynin ser îdareyên hemû bajar û deveran, dewleteka federe a ser bi Suriyeyeka demokratîk a federal pêkhatî defkto deynin (ne lazim e ku îlan bikin). Divê ew xwe wiha de fakto rêkbixin li ser axa Rojava û hemû gel wiha seferber bikin ku desthilata nuh a Şamê ne ku tenê ji ber guh dide daxwazên kurdan ê demokratîk, lê ji ber cesaretnekirina êrîşeka ser wan statuya federe a kurdan qebûl bike.
 
 Divê kurd hemû van amadeyiyan ji nuha ve bilezûbez bikin, kîjan mixalefet yan kîjan dewlet çi dibêje bila bibêje guh nedinê. Piştî ku riyeka wiha dan berxwe, kurd dikarin bêyî ku ereb kurdan û statuya wan qebûl bike, tenê li ser esasê hilweşandina rejimê û beşdarîkirina di hukumeta mueqet a Şamê de li gel mixalefetê lihev bike. Ne şert e ji bo ku mixalefet kurdan qebûl nake kurd ji van platformên giring dûr bikevin. Bileks divê têkevinê, rolên giring bistînin, lê bi hev re li ser navê Desteya Bilind a Kurd. Divê kurd ji ber ku ereb vî yan wî heqê kurdan qebûlnakin xwe ji piştgiriya maddî, çekdarî, siyasî dîplomasî a civaka navneteweyî bêpar nehêlin. Ew çekên balafirşikên û tankşikên divê têkevin destên kurdan jî. Îdî roj hatiye ku tiştê ereb qebûl nakin kurd bi xwe bi hev re de fakto ava bikin.
 
 Kurdên Rojava divê ji tecrubeyeka Kurdistana Başûr dersê werbigirin. Hema hema her tiştê Kurdên Başûr ji ber yekîtiya wan serkeftî çû, lê ji bo ku wan nekarî yekîtiya xwe li ser esasê dezgehên millî ên dûr ji partîtiyê ava bikin, ew hê jî xwedanê gelek zeefa ne û ev zeef hergav sere wan diêşînin, di paşerojê de dikare bibe zerareka mezin jî. Tê gotin ku Başûr rizgar buye; belê beşek jê rizgar buye û destkeftinên mezin bidest ketine, lê hê Kerkuk, Mûsil û Xaneqîn nehatine ser Herêma Federe. Heta bi hilweşiyana rejima Saddam ger em bêjin Kurdistana Başûr bi xwe buye çar perçe; Qendil û devera sînor a di bin desthilata PKK-ê de, du-pareyiya di bin desthilatên YNK û PDKê de, û ji %40 axa Başûr a vederkirî rû dane ê ne şaş be.
 
 Rojavayî divê vê zeafa Başûr bibînin, dersê jê werbigirin, ji nuha ve ji delva çekdar, asayiş, îstîxbarat, maliye û îdreyên ser bi partiyan, ew dezgehên millî demokrtîk avabikin. Yan na dikare Kurdistana Cizîrê, ya Kobaniyê û ya Efrînê ava bibe, yan hê xerabtir; Kurdistana Rojava qet ava nabe.
 
https://www.facebook.com/murad.ciwan/posts/10200553033960640
 
 

Mûrad Ciwan