Serrûpel Nûçe YPG li qamişlo wêneyê Barzanî şewitand

YPG li qamişlo wêneyê Barzanî şewitand

Belav bike

Şeva borî (27.06.2013) piştî ku li Amûdê pevçûn û alozî derket, li bajarê Qamişlo jî baregehên El Partiyê yên Qamişlo hatin şewitandin.


Her wiha li gorî agahiyên peyamnêrê Rûdawê li Qamişlo, îro (28.06.2013) danê sibê berpirsê El Partiyê li Qamişlo yê bi navê Sener Seidûn ji aliyê hêzên asayişê ve hat girtin.

Endamê kumîteya ewlehiyê ya desteya bilind a kurd (DBK) li Qamişlo, Welat Murad ji Rûdawê re got: “Li taxa Enteriye ya Qamişlo hêzên asayişê xwepêşandan belav kirine û bi ser xwepêşanderan de fîşek avêtine û 3 kesên bi navên Hogir, Dilo û Ebû Hesen hatine girtin.”

Her wiha hat zanîn ku komela jinan a Ronî jî li bajarê Qamişlo hatiye şewitandin.

Heta niha PYDê li ser bûyerên Amûd û Qamişlo tu daxuyaniyek nedaye. Nûnerê PYDê yê Hewlêrê Ceifer Henan jî bêagahiya xwe ji bûyerên han anî ziman.

Tê zanîn, di bûyerên duh şev ên Amûdê de 6 kes hatine kuştin û herî kêm 30 kes birîndar bûne.