Serrûpel Nûçe “Wê dorpêçkirina Amûdê dewam bike“

“Wê dorpêçkirina Amûdê dewam bike“

Belav bike

Serokê PYDê Salih Muslim, bi rêka telefonê beşdarî bûltena nûçeyan a Rûdawê bû û li ser bûyerên duh şev ên Amûdê û Qamişlo axivî.

Muslim, bûyerên han şermezar kir û diyar kir ku eger kêmasiyek hebe jî bila hemû partiyên kurdî li hev bicivin û vê kêmasiyê û encamderên wan êrişan eşkere bikin û hesab jê bixwazin.

Salih Muslim, li ser çawaniya bûyerên Amûdê wiha got: “Hêzên YPGê li Amûdê tune lê dema tîmek hêzên YPGê duh şev ji Amûdê diçûn Qamişlo li nav rê de ketin kemîna hêzên çekdar û di encam de şervanekî YPGê can da û hinek jî birîndar bûn.”

Muslim diyar kir ku kesên ku di bûyerên şeva borî yên Amûdê de hatine kuştin xwepêşander nebûne û wiha anî ziman: “Ji ber ku piştî kemînê pevçûn derketiye û 3 çekdar hatine kuştin”.

Derheqê kuştina jinekê de jî diyar kir ku haya wî ji wê yekê nîne.

Sebaretî dorpêça Amûdê ji aliyê hêzên YPGê ve jî axivî û wiha domand: “Tabûra 313 a girêdayî ketîbeya Cebhet El Nesr dixwaze Amûdê bixe bin kontrola xwe. Hinek partiyên rojavayê Kurdistanê jî ketina nav wê planê. Heta plana han neyê deşîfrekirin û encamderên wan bûyeran neyên eşkerekirin, dorpêça Amûdê dê bidome.”

Serokê PYDê her wiha ragihand ku ew naxwazin gencên kurd bên kuştin û wiha pêde çû: “Ez bang li hemû partiyên rojavayê Kurdistanê dikim bila werin em bi hev re kar bikin û eger kêmasiyekî me jî hebe em çareser bikin û bila nekevin nav planên Cebhet El Nesrê.”

Li ser girtina nûnerê El Partiyê li Qamişlo jî Salih Muslim bêagahiya xwe nîşan da û got, dê li dû wê pirsê herin.

Derheqê şewitandina wêneyên Mela Mistefa Barzanî li nav baregeha El Partiyê li Qamişlo de jî Muslim wiha axivî: “Mela Mistefa Barzanî bavê gelê kurd e û beşek ji pîroziyên kurdan e. kes nikare wêneyên wî daxe yan bişewitîne. Ev plan hatiye danîn ji bo ku tevlihevî çêbibe. Rûdaw