Serrûpel Nûçe Biro: PYD êzîkî 80 kesan girtin

Biro: PYD êzîkî 80 kesan girtin

Belav bike

Îbrahîm Biro ji Rûdawê re eşkere kir ku rêya bajarê Amûdê niha vebûye û nîşançî li ser xaniyan daketine, lê hîn jî rewş nebaşe, ji ber hîn nêzîkî 80 kes li cem asayîşa PYDê girtî ne.

Îbrahîm Biro eşkere kir ku 71 endamên partiya wan hîn girtî ne.

Biro ew nûçe jî red kirin ku dibêjin kesên hatine kuştin çekdarin û got: “Kesên kuştî sivîl in, ne çekdarin û kesekî çekdar di nava xwepêşandanê de nebûn.”

Sekreterê Partiya Yekîtî diyar kir ku YPG û asayîşa PYD dest danîne ser ofîsa partiya wan a li Amûdê.

Îbrahîm Biro bersiva Hevserokê PYD Salih Muslim da ku di bulteneke Rûdawê de gotibû bûyerên li Amûdê komploye û wiha got: “Em wek partiya Yekîtî û Encumena Kurdî baş dizanin tu carî xirabiyê ji aliyê xelkê Amûdê ve çê nebûye, van biraderan dema ku dîtin nêzîkatî di nava kurdan de çê dibe û zemîne ji bo karê hevbeş çê dibe, hin kes di nav wan de ev yek nexwestin.”

Îbrahîm Biro tekez kir ku çalakvanên ji ber kar û nêrîna siyasî hatine girtin û wiha got: “Dema rejîma Baas çalakvanên kurd digirtin yekser ew bi sûcên siyasî tometbar kirin, lê mixabin niha asayîşa PYDê bi sûcên cînayî çalakvanan tometbar kirin.”

Sekreterê Partiya Yekîtî Îbrahîm Biro bang li PYDê kir ku şerê ragihandinê rawestîne û rê ji bo diyalogê xweş bike. Rûdaw