Endamê Komîsyona Başur Rojhelata Tirkîyê Mehmet Emîn Ekmen ji Dengê Amerîka re destnîşan kir rapora wan ji çar beşan pêk tê. Birêz Ekmen got Paşxana Pirsgirêka Kurd û dîroka wê; çavderîyên wan yên civakî û sîyasî yên di derbarê herêmê de; herwiha dexwazên gel û pêşnîyarên komîsyonê beşên beşên raporê ne.
Mehmet Emin Ekmen da zanîn gelê herêmê herî zede dixwaze ku dewlet rûqalê kirinên xwe yên ku li hemberê Kurdan pêk anîye, bibe û mafê perwerdehîya bi zimanê zikmak jî dexwazeke mezin e.
Birêz Ekmen destnîşan kir buyerên Parka Gezî’yê pengava çareserîyê mehek bi derengî xistîye û berdewamîyê de got “Buyerên Gezîyê li ser hesasîyeta parastina hawirdorê û hişmendîya bajarîbunê derket holê. Ev nîyetên dilpak bûn. Lê mixabin hin rex û dewletan xwestin bere bûyerên Geziyê li gorî berjewendîyên xwe ba bixin û niyetên pak yên destpêkê li gorî berjewendîyên xwe yên sîyasî veguherînin.”
Hêjayî gotinê ye ku nivîskar Murat Belge, yek ji endamê komisyona Aqilmendên Herêma Başur Rojhelata Tirkiyê bû û îro ragihand ku jiber helwest û daxuyanîyên serokwezîr yên li hemberê bûyerên Parka Gezîyê, ji wezîfeya xwe ya komîsyonê îstifa kirîye. Mehmet Emin Ekmen di derbarê vê îstifayê de got ” Pirsgirêkek 100 salî heye ku di encamê de 40 hezar mirov hatine kuştin. Ez bûma min îstîfa nedikir. Ez çawa dikarim vê pengavê jibo Gezîyê ji çav derxim û fedayê Gezîyê bikim? Lê ev biryara Mamoste Murad e û naxwazim cenabê wî bi daxuyanîyên xwe acis bikim û wî biêşînim.”
Ji alîyê dinê ve Hevserokê Partîya Aşitî û Demokrasîyê (BDP) Selahattîn Demîrtaş û Parlamentera BDP’ê ya İdirê Pervîn Buldan roja Sêşemê çûn îmralîyê û bi Rêberê PKK Abdullah Ocalan re kom bûn.
BDP bi daxuyanîyek nivîskî naveroka hevdîtinê belav kir. Li gorî daxûyanîyê, Abdulah Ocalan destnîşan kirîye li gorî wan pengava çareserîyê dewam dike û derbasê heyama duyemîn a pengavê bûne.
Daxûyanî weha dewam dike “Ez dixwazim hemû heyamên pêvajoyê bi zelalî were birêvebirin. Ev meseleyek 100 salî ye û divê dewlet li gorî rastîyên vê pirsgirêkê cidî tevbigere. Digel hîn hêzên ku naxwazin pengava çareserîyê biser bikeve jî ez bi biryar im û xwedîyê bawerîyê me ku dê ev pêvajo bi ser bikeve.” Di dewamîya raporê de tê gotin Abdullah Ocalan jibo selametîya vê pengavê û heyama nû pêşnîyarên xwe bi nivîskî ji rayedarên dewletê re regihandîye.
VOA
Dengê Emerîka