Civîn piştî nîvro saet di 2’yan de li avahiya serokweziriyê ya nû wê dest pê bike.
Di civînê de, herî zede lî ser polîtîqayên derveyî welêt wê guftûgo werin kirin. mijara herî girîng ya civînê jî derbeya eskerî ya li Misrê ye.
Alozî û tundiya ku li Misrê her ku diçe zêdetir dibe, digel her ali wê bê axaftin, nexşerêya Tirkiye jî dê bê nirxandin.
Gelo ev pêvajo dê bandorek çawa bide ser rojhilata navîn jî dê bê axaftin.
Tê payîn ku ji bîlî van mijaran pêvajoya çareseriyê, yekitiya ewropa û rûdanên di abaoriyê de jî; di civata wezîran de werin rojevê. trtxeber