Serrûpel Nûçe Li Wanê Qereqolek hata girtin

Li Wanê Qereqolek hata girtin

Belav bike


Qereqola Qoçaxê ku bi fermandariya cendirmeyan  ve girêdayî ye, di navbera Gewaş û çiyayê Artosê de ye.

Ev qereqol, 18 sal beriya niha hatibû çêkirin. Lê di vê proseya çareseriyê de ku piştî hevdîtinên hikumeta Tirkiyê û serokê PKKê Abdullah Ocalan dest pê kir, biryara girtina wê hat dayîn.

 Beriya barkirina leşkeran, şêniyên gundê Qoçaxê, leşker bitenê nehîştin û çûn serdana wan. Leşker û gundiyan xatir ji hev xwestin.

Qereqola ku hate valakirin, ji bo perwerdehiyê wê bê bikaranîn.

Li Wanê ji 2001an heta niha 16 qereqol hatin girtin.
Hêjayê gotinê ye ku ev demek e li Tirkiyê, ji ber çêkirina qereqolên nû li hêla Kurdan aciziyek heye. Çêkirina qereqolên nû li axên Kurdan, baweriya bi hikumeta Tirkiyê kêm dike ji bo serketina aştiyê.

Li navçeya Lice ya Diyarbekirê hefteyek berê gundîyan ji bo nerazîbûna xwe nîşan bidin, bi ser înşeata qereqolekê de girtibûn û piştre leşker gule berda bûn ser wan. Di encamê de jî zarokekî 18 salî hatibû kuştin.