Fazil Mîranî herwiha eşkere kiriye ku, dirêj kirina dema erkdarî ne daxwaza Serok bû ne jî daxwaza PDKê belku, hewldanek bû bo çareser kirin û cîhbicîh kirina daxwazên gelê Kurd li Kurdistanê de.
Mîranî eşkere kir ku, niha li deverê de cure aloziyek heye û ev aloziya han jî bandor li ser rewşa siyasî ya Kurdistanê û hilbijartinên Kurdistanê jî kiriye lewre dibe amadekariyek hatiba kirin û ev tiştên ku, qewmîn jî cureyek amadekariya ruhî û civakî bû daku, xelk bikarêbe bi buyerên din re rûbirû bibe. KTV